TJA’yê bernameya rêzeçalakiya xwe aşkera kir

AMED – TJA’yê bi armanca bal kişandina li ser qirkirina jinan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan du kampanya dabû destpêkirin. Di vê çerçoveyê de TJA’yê bernameya rêzeçalakiya xwe ya civînên bi gel re bi gel re hatina cem hev aşkera kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 3’yê Tebaxê de li Êlihê bi dirûşmeya “Em ê qirkirina jinan rawestînin, jiyanê azad bikin” kampanya dabû destpêkirin. Her wiha di 19’ê Tebaxê de jî li Stenbolê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve” starta kampanya xwe ya duyem da. Jinan piştî starta kampanya xwe dan vê carê bernameya rêzeçalakiya xwe ya civînên bi gel re aşkera kir.

Civînên gel û dîroka wan wiha hat raghandin:

Mêrdîn: 20-25’ê Tebaxê

Amed: 23’yê Tebaxê heya 20’ê Îlonê

Êlih: 17-25’ê Tebaxê

Wan: 24-30’yê Tebaxê

Agirî: 20-27 Tebax

Sêrt: 17-25’ê Tebaxê

Riha: 5-15’ê Îlonê

Dîlok: 10-15’ê Îlonê

Herî dawî li Semsûrê û navçeyên wê civînên bi gel re di 15’ê Îlonê de destpêdike û heya 20’ê îlonê dê dewam bike.

TJA’yê diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe heya 25’ê Mijdarê berdewam bike.