Parêzer cara 682’an serlêdana hevdîtinê kirin

STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 682’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Ebru Gunay û Faîk Ozgur ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzer ji 27’ê tîrmeha 2011’an û vir ve destûr nayê dayîn ku bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û cara 682’an serî li Serdozgeriyê dan.

Hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve bi hincetên “Rewşa hewayê”, “Koster xirabe”, “Koster tê tamîrkirin” û “OHAL’ê” 681 caran hat redkirin.