Jinên li Sûrê: Bi serserê me de hilweşînin jî em dernakevin!

AMED – Jinan bertek nîşanî dorpêça li Sûrê ya ji aliyê polîsan ve da û wiha gotin: “Mala me bi ser serê me de hilweşînin jî em ji van kolanan dernakevin.”

Taxa Alîpaşa ya li Sûra Amedê ku bi mehane tê hilweşandin serê vê sibehê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Taxa ku bi dehan TOMA û polîs lê hatin bichkirin bi bariyerên ji hesin hat dorpêçkirin. Li taxê ketin û derketina welatiyên niştecih bi kontrol tê kirin û destûr nayê dayîn ku kesên din bikevin taxê. Herwiha rojnamegerên ku xwestin tişta li Sûrê tê kirin bişopînin û ji gel re ragihînin jî ji aliyê polîsan ve ji taxê hatin derxistin.

‘Tişta dikin di ti baweriyan de nayê kirin’

Jinên li Sûrê yên ku bertek nîşanî dorpêça polîsan dan diyar kirin ku ew naxwazin ji Sûrê derkevin. Ji van jinan Huriye Akpolat diyar kir ku wê li Sûrê çavê xwe li jiyanê vekiriye, heta niha li Sûrê jiyaye û wiha berdewam kir: “Mirov nikare cihê ku lê ji dayik bûye biterikîne. Ji xwe Sûr mala kesên xizan e. Niha ji me re dibêjin biçin li sîteyan bijîn. Li vêderê me debara xwe mehane bi 500 TL dikir. Lê li wan sîteyan ev pere têra lêçûna sîteyê nake. Em ê çawa li wanderan bijîn? Di bedêla ku em ê biçin li wanderan hem bê nan û hem jî birçî bimînin em ê li vêderê nefesê bistînin û em birçî man jî bila em bimîn in.”

‘Ji ber ku em nabin yek ev hemû tên serê me’

Jina bi navê Cahîde jî got ku tişta tê kirin li mirovahiyê heqaret e û wiha axivî: “Li gel hemû zext û zordariyê me mala xwe neterikand. Piştî vê seatê jî ger ku mala me bi ser serê me de hilweşînin jî em ji taxa xwe dernakevin. Tişta dikin zilm e. Çi dixwazin ji me? Welatiyên me yên ku malê xwe terikandin jî ne heq in. Ger ku dema ji me re gotin biterkînin hin kes xaniyê xwe nefirota û derneketana îro ev tişt nedihat serê me. Ji ber ku em nabin yek hemû tiştê xirab tê serê me.”

Rabîa ya 80 salî jî ev tişt got: “Me ji Çewlikê ji ber zilma dewletê koç kir û em hatin Amedê. Dema ku em hatin xaniyekî ji axê hebû. Lê niha me bi derfetên xwe 4 qat rakiriye. Zarokên min li van taxan mezin bûn û ez jî livir jiyam. Niha jî dewlet ji min re dibêje derkeve ji vir. Ez ji vir biçim ez ê li ku bi cih bibim. Çi dibe bila bibe ez ji mala xwe dernakevim.”