Di der barê parlmenter Sîbel Yîgîtalp de fezleke amade kirin

 

AMED – Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Hikumeta Komara Tirkiyeyê, teşkîlatên leşkerî yên dewletê û ewlekariyê kêmxistiye” fezleke amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp a ji ber axaftina wê ya di kongera awarte ya rêxistina HDP’a navçeya Sûrê ya Amedê di 28’ê tebaxa 2016’an kiribû de, fezleke amade kir. Serdozger bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Hikumeta Komara Tirkiyeyê, teşkîlatên leşkerî yên dewletê û ewlekariyê kêmxistiye” fezleke amade kir. Di fezlekeyê de hat diyarkirin ku axaftina Sîbel di MED NUÇE TV de bi zindî hatiye weşandin.

Dema destnedana qanûnî ya Sîbel bê rakirin, dê ji salek û 6 mehan, yan jî heya 7 salan cezayê girtîgehê doz lê bê vekirin û ceza bigre.